Carek were sebra min i
CAREK WERE SEBRA MIN I - Sözleri
Yek sebrû mala min heye
Dost û hewala min heye
Gûla xeyal a min heye
Carek were sebra min i
Sebra min î mala min î
Newroz û sersala min î
Herdem di nav bala min î
Carek were sebra min î
Dilxwazê dîdara te me
Herdem dil gulzara te me
Wek roj û êvara te me
Carek were sebra min î
Wan tîpên biskê reş xelek
Wan awirên çavên belek
Êriş kirin dil yek biyek
Carek were sebra min î
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : W. Amedî
Sazkirin : Koma Dengê Azadî
Yorumlar
Yorum Gönder